Print this page

DAIŞê topên hawanê yê jahrî avêtine Gundê Kobanî

 

Rojava News: Rêxistina terorîstî DAIŞ’ê topên jahrî avêtine  gundê Til Ebirê yê girêdayî Kobanê  ji ber wê yekê jî hejmareke mezin ji ajalên  gund mirine.

 

DAIŞê ev demeke dirêje ku li ser topbarana gundewarên Kobanî  berdewame,  û li ser gundê    Til Ebir ê ku 30 kîlometre dikeve rojavayê Kobanê ev 5 mehin topbaran didome.

 

Li gorî ku çawkaniyek3e ji rojava News re ragihandiye: di encama topbaranê de hejmareke mezin ji ajalên malî yên weke mirîşk û yê din  mirine û xelkê deverê jî nexweş dikevin.

 

DAIŞê di dawiya tîrmaha 2015’an de çekên kîmyayî li dijî baregehên hêzên kurd  û sivîlên bajarê Hesekê  bi kar anî bûn. Derket hole ku di  hawanên ji aliyê DAIŞê hatine avêtin de madeyên kilor û kibrîtê heye.