Rojava News: Prof. Mistefa Muslimê birayê Hevserokê PYDyê Salih Muslim diyar kir ku PYD tenê nûnertiya % 10 ji kurdên Kurdistna Sûriyayê dike. Û PYD bi zora çekan hêza xwe bi dest tîne û wiha got: "Sedema hêzbûna PYDyê çekên di dêst da ye, Kesên li dijî xwe binçav dikin û naxwazin kesên ku wek wan kar nekin derkevin pêşiya wan."
Muslim daxuyaniyek da ajansa AAyê û destnîşan kir ku Tirkiyeyê cudahiya neteweyî û mezhebî naxe nav penaberên ji Sûriyeyê û alîkariya hemû penaberan dike.
Muslim bi bîr anî ku sala par bi hezaran kurdên ji kurdistana Sûriyeyê ji ber êrîşên DAIŞa ser Kobanî xwe sipartin Tirkiyeyê û got: "eger Tirkan deriyê xwe li pêşiya Kurdên Kobanî venekirbane wê ew koçber ji sermê û birçîbûnê bimirina. Nêrîna gel û hikûmeta Tiriyeyê ya di derbarî koçberên Kobanî birûmet bû, wê dîrokvê wisa binivîsîne."
li ser avakirina dewleta kurd a li Sûriyeyê Muslim got: "Vê gavê li Sûriyeyê avakirina dewleta Kurd ihtîmaleke dûr e û niha ji bo avakirina dewleteke Kurd bingehek tune, Bi tenê kanton bi rêveberiya herêmî tên birêvebirin. "
navborî berdewam kir ku PYD, YPG şaxên PKKyê yên li Sûriyayê ne. PKK PYD ava kir û YPG jî şaxa çekdar a PYDyê ye."
Muslim bal kişand ku PYD tenê nûnertiya 10 ji sedî ji kurdên kurdistana Sûriyayê dike.
Muslim diyar kir ku li herêmên kurdan ên Sûriyeyê bi tenê navê demokrasiyê tê bikaranîn û wiha got: "Sedema hêzbûna PYDyê çekên di dêst da ye, Kesên li dijî xwe binçav dikin û naxwazin kesên ku wek wan kar nekin derkevin pêşiya wan."