Print this page

Mesrûr Barzanî: ji mafê me ye welatekî me yê serbixwe hebe û Em dixwazin bi aştî serxwebûnê bidestbixin

Rojava News: duh 21 Cotmehê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqa Federal Frank Baker û şandekî li gel kir.

Di civînê de herdu aliyan gotûbêja bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û welatê Brîtanya kirin, Balyozê Brîtanya tekez kir ku Herêma Kurdistanê bûye fakterê girîng di aramiya navçeyê de û amaje bi qurbanî û qehremaniya Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de kir. Herwiha Mesrûr Barzanî tekez kir ku divê bêhtir alîakriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bê kirin jiber ew take hêza karîgere di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de.

Herwiha di beşekî din ji civînê de behsa rewşa Iraq hate kirin û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku bi tenê çaksaziya îdarî nikare pirsgirêkan çareser bike, lê divê pêşî çaksaziya siyasî bê kirin, herwiha got: “Pirsgirêkên Iraqê rehên xwe yên dîrokî hene û bawerî di navbera pêkhateyên Iraqê de nemaye, pirsgirêk di strakçera Iraqê bi xwe de ye, gelek hewldan hatin kirin da ku Iraqê bimîne welatekî yekgirtî lê hemû hewildan serneketin, sedema şikestina Iraqê li Bexda ye, em jî nikarin bibin qurbaniya sîstemekî neserkeftî.”

Mesrûr Barzanî got jî: “Hemû hewildanên hiştina Iraqê wek welatekî yekgirtî biserneketin, lewma em dibînin ku ji mafê pêkhateyên Iraqê ye ku çarenivîsa xwe diyar bikin, em jî dixwazin ev yek bi aştî were kirin û welatekî me yê serbixwe di nav gelên navçeyê de hebe, jiber wek hemû gelên cîhanê mafê me jî heye û em dixwazin ku ev maf di riya aştî û dûrî şer were pêkanîn.”

Di dawiya civînê de herdu aliyan tekez kirin ku karê bêhtir bê kirin bo çareseriya pirsgirêkên siyasî û abûrî yên Herêma Kurdistanê, herwiha divê pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê de bi gotûbêjan werin çareser kirin.