Print this page

Fuad Alîko : seredana serokê rejîma sûriyê jib o Rûsiyê destêwerdaneka di rêza danû standinên hevpeymanan bihevre

5:33:08 PM

RojavaNews : Endamê Desteya Siyasî ya hevpeymaniya niştîmanî ya upuzisyona Sûriyê Fuad Alîko ji malpera RojavaNews re ragihand ku ew gomandike ku tiştekî nû divê serdanê de nîne , ji ber ku Rûsiya hevpeymanê bingihî ya yê rijêma Sûriyê ye û piştevanê rijêma Sûriyê yê leşkerî , abûrî û diblumasî ye li gel îranê .

Herweha Alîko diyar kir ku destêwerdna Rûsiyê di şerê Sûriyê de derbirîneke diyare ji wê piştevaniyê re .

Alîko tekez kir ku ew seredan dikeve rêza dan û standinên Esed û hevpeymanên wî de bi awayekî zindî , ji bo rawestandin li ser pêşketinên Siyasî û leşkerî û pêşeroja bûyeran piştî derbasbûna Rûsiya ya leşkerî di Sûriyê de .

Alîko serbarkir ku Potîn ji berî heyvekî dixwaze bêje ku pirsa Sûriyê ya siyasî û leşkerî di destê wê deye û çareserî li cem wêye û tu çareserî pêyî Rûsiyê li kirîza Sûriyê nabe.  

Afiya Hacî