RojavaNews :Rêxistina tunderew ya bi nave DAIŞê welatiyêkî Kurd Li gundê Ihrisê yê bi ser devera Îzazê ve kuşt.
Li gorî agahiyên hatine bidesxistin, duh DAIŞê welatiyekî Kurd yê bi nave Cemal Cûmae di dema ku vedigeriya mala xwe ya li gundê Ihrisê yê bi ser devera Îzazê kuşt.
Hat zanîn ku Cemal Cûmae 23 salî ye û ji gundê Ihrisê ve ye, û piştî kontirol kirine DAIŞê ji gundî wî ew derbederî gundewarên Efrînê bibû , lê duh du dema ku dixwest vegere mala xwe DAIŞê gul berdane wî û termî wî li derdora gund hate dîtin .
Hêjaya gotinê ku DAIŞê roja 15ê vê mehê destê xwe danî ser gundê Ihrisê û bi sedema vê yekê bi sedan welatiyên wî gundî derbederî Efrînê û gundewarên wê bûne.
Nalîn Hesen