Print this page

Mîrekî DAIŞê li Qereqozaqê hat kuştin

5:15:21 PM

RojavaNews : DAIŞê êrîş ser bingihên YPGê û hêzên volkana Ferat li gundewarê Kobanê kir, tevî ku DAIŞê sernekeftî nebû di kontirolikirina Kobanê û gundewarên wê de.

Duh êvarî rêxistina DAIŞê bi çekên giran û topên hawnan êrîş kirin ser gundê mixêre yê nêzîkî bajarokê Ên Îsa yê ser bi Kobanê ve ,lê endamên YPGê yên bi ser Partiya PYDê ve karîbûn wan êrîşan ragirin bê ku ziyan bêne naskirin.

Herweha DAIŞê êrîş kir ser bjarokê Sirînê li gundewarê Kobanê di riya robarê Ferat re û hewl dan êrîş bikin ser gundê Girdahol yê bi ser heman bajarokî ve û di encamê  teqînan deserkirdekî DAIŞê ku bi pila mîr bû bi navê ebo Ehmed ku mîrê devera çiyayê Hemam bû an çiyayê Qereqozaqê hat kuştin di encama teqîna hawnekê de .

Afiya Hacî