Print this page

Berbijêrekî Kurd di hilbijartinên xwecehî yên Ukraniyayê beşdar dibe

6:34:32 PM

RojavaNews : Di  hilbijartinên xwecehî yên Ukraniyayê yên ku îro destpêkirin kurdek têde beşdare ku xelkê Kurdistana Sûriyê ye.

Piştî beşdarbûna wî di çalakyên civakî û xêrxwazî yên berdewam u ser daxwaza hevkarên wê D.Arif Muhemed biryar da ku derbasî hilbijartinên xwecehî yên bajarê Udîs bibe .

D.Arif Muhemed bi nav û dengekî zor baş tê naskirin û li nav  xelkên taxa xwe û herweha di nav revenda Kurdî  û Erebî li heman bajarî û zor caran hatiya xelatkirin ser çalakiyên xwe yên civakî û xêr xwazî.

Derbarê beşdarbûna wî di hilbijartinê de D.Arif Muhemed got ku min ev biryar stand piştî ku min hest bi baweriya birader û hevalên xwe kir û handanek mezin ji aliyê wan û kesayetiyên mezin di komelgiha Ukraniyayê hebû jibo ez beşdarî hilbijartina bibim.

Afiya Hacî