RojavaNews :YekîtIya Mamosteyên Kurdistan Sûriya seredana nûneratya Encumena Niştîmanya Kurd li Sûriyê ya li bajarê Hewlêra paytexta Kurdistanê kir.
Duh, li bajarê Hewlêrê civînek di navbera Yekîtiya Mamosteyan û nûneratiya ENKSê hat lidarxistin û û di wê civînê de behsa çawaniya alîkarî û hemahengî ji bo xizmeta xewndevan û mamosteyên penaberên Kurdistan Sûriyayê ku li herêma kurdistanê dimînin hate kirin.
Zekeriya Elhesrî yek ji andamên YMKS ji Rojava News re ragihand û got: "ji bo em bihtir êş û pirgirêkên xewndevan û mamosteyên penaberên Kurdistan Sûriyayê ku li herêma kurdistanê dimînin bighînin aliyên siyasî û rêxistinên civakî û sivîl me serdana nûneratiya ENKSê li Hewlêrê kir".
Li gorî navborî di wê civînê de behsa çawaniya alîkariya xewndevan û mamosteyên penaber bi riya têkiliyên me û ENKSê bi aliyên peywendîdar li herêma kurdistanê ji bo rewşa xwendevan û mamosteyan hate kirin.
ji aliyê xwe ve Encumena Niştîmanya Kurd li Sûriyê amadebûna xwe ji bo giftugoyên her kêşeyeke hebe di warê fêrkirin û perwerdehiyê de û pêwîstiya hemahengiyê di navbera nûneratiya Encumena Niştîmanya Kurd li Sûryê û YekîtIya Mamosteyên Kurdistan Sûriya de ji bo xizmeta xwendekar û mamosteyan.
Nalîn Hesen