Rojava News: Çalakvanên Kurd bangeke li ser rûpelên xwe yên tora civakî facebookê belav kirin û têde daxwaz ji her kesî ku agahî li bal wî hebe li ser dayikeke kurd li gel 3 zarokên xwe ku ev 4 rojin wendayê ye peywendiyê bi wan re bikin.
Ew dayike kurd ya wendayê navê wî Hindirîn Ehmed e û navê zarokên wê Mihemed, Semîr û Mistefa Hisên in, di 24 vê mehê de li Siloviniya wenda bûn û ji wê demê de ti agahî li ser wan nîne.
Her kesî ku agahî li bal wî hebe li ser wan kesan dikarî peywediyê bi kesûkarên wî bikin li ser jimarê mobail
004531209880
Nalîn Hesen