Rojava News: Welatiyekî ji bajarê Kobanê yê Kurdistana Sûriyayê xwe li ber avahiya rêveberiya nav lê tê kirin rêveberiya xweser agir berda bedena xwe û xwe şewitand.
Çavkaniyek taybet ji Rojava News re ragihand ku Welatiyê bi navê Feysel Hecano wekû nerazîbûnekê li ser birina keça wî bo leşkeriya neçar û di nava çekdarên YPJ li ber avahiya rêveberiya nav lê tê kirin rêveberiya xweser agir berda bedena xwe.
Li gorî heman çavkaniyê ku navborî hate veguhestin bi nexweşxaniyekê li Pirsusê.
Hêjaya gotinê ev ne cara yekem ku welatiyên Kurdistana Sûriyayê li dijî kiryayên PYDê agir berdidin bedena xwe, di 1ê Tîrmeha îsal de welatiyekî ji Kurdistana Sûriyayê li ber avahiya PYD li Silêmaniyê bo heman sedemê agir berda bedena xwe.
Nalîn Hesen