Rojava News: Asayişa bi ser PYDê doh li bajarê Amûdê dû xort bi sedema leşkeriya neçar girtin.
Li gor ku çawkaniyekê ji Rojava News re da diyarkirin; Li bajarê Amûdê ji malbetekê dû xortê bi navê Berzan Qarno û Omer Qarno ji aliyê asayişa bi ser PYDê ve bi zorê ji mal hatin derxistin bi sedema leşkeriya neçar.
Her dû xortê ji malbateke Amûdê di destpêkê de bê ku sedemek ji wan re bê eşkerekirin ji aliyê asayişê ve ji mal hatin birin.
Piştî girtina wan ji malbatê re hatiye gotin ku ji bo leşkeriya neçar her dû xort hatine girtin.
Piştî qanûna ne yasayî ya ji aliyê PYDê ve hatiye sitendin, gelek xort û keçên Rojavayê Kurdistanê bi sedema leşkeriya neçar têne revandin, ev jî cîhê ne razîbûneke mezin li deverê.
Sinem Bakir