Rojava News: Li bakurê Kurdistan Parkeke gelerî ya bi navê Ferînaz Xosrewanî hate vekirin.
Li gor hatiye zanîn li Wanê parka Bakurê Kurdistanê ya herî mezin bi nave keça Mehabadî ya ku di bûyera Hotela Tara da bi sedema destdirêjiyê, dawî bi jiyana xwe anî, "Ferînaz Xosrewanî" hate vekirin.
Ferînaz Xosrewanî 26 salî bû, xelkê bajarê Mehabadê bû û bû sembola berxwedana keçên kurd li beranber hemû destdirêjiyên dijminên jinên Kurdistanê.
Tê zanîn piştî mirina Ferînaz hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê sertanser serihildan kirin, û pêla xwepêşandana li çar perçê Kurdistanê belav bû.
Welatiyên Wanî jî şanazî û dilxweşiye ke mezin bi parka Ferinaz Xosrewanî dikin.
Sinem Bakir