Rojava News: Li ser rê ya Heleb û Efrînê hin welatiyên Efrînî ji aliyên rêxistine terorîstî çekdarên Ehrar el el Şam hatin revandin.
Doh 31ê cotmeha 2015a 2 pasê welatiyên Efrînê dema ji Helebê vedigeriyan malên xwe, li ser rê ya Tel Refaat ji aliyê çekdarên rêxistina terorîstî Ehrar El Şam ve hatin sekinandin û reviyê di nava pasê de tev revandin ber bi cihekî ne diyar ve.
Hat zanîn 3 jin û şiforê pasa serbest hatine berdan.
Lê nayê zanîn di her du pasan de çend kes hene, û navên wa çi ne.
Li gor zanyariyan; Kêsên di her dû pasan de Kurdê Afrînêne, nişteciyê Helebê taxa Şêxmeqsûdê ne. Û ji ber rewşa ne baş ya Şêxmeqsûdxwestin xwe bighînin Afrînê. Eva demeke dirêje êrîşên DAİŞê li ser deverê bi dijwarî didomê.
Tê zanîn herêma Afrînê ev dû sala dibin dorpeç û êrîşên rêxistinên tundrew yê İslamî û herdû rêxistine terorîstî DAİŞ û Cephet el Nusra de ye.
Sşnem Bakir
13:04:58