Print this page

Nisêbînê otomobîlek teqiya: 1 Mirî gelek jî birîndar

Rojava News: Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê otomobilek teqiya û di encamê de kesek mir gelek kes birîndar bûn.

 

Bakurê Kurdistanê şevêdin demjimêr 21.30ê teqînek li navçeya Nisêbîn a girêdayê parêzgeha Mêrdînê rûda.

 

Otomobîla ku li ser rê ya   Yenituranê taxa Nisêbînê  sekinî bû teqiya,  ta niha jî sedema wê teqînê nayê zanîn.,

 

Di encama teqînê de kesekî ku nasnaa wî nayê zanîn miriye,  herî kêm 25  kes birîndar bûne û  gelek avahî û dikanên li derdora teqînê jî wêran bûne.

 

Di heman demjimêra de agir bi marketa Nisêbînî jî ket, zerara canî çênebû lê belê zîyanên maddî gelek çêbûn.

 

Nayê zanîn di wan her dû buyera de sedem çi bû ye.

 

Sinem Bakir