Print this page

Babê.. Balafirên Rûsî gundekî kurdan bombebaran kir

Rojava News: Balafirên Rûsî gundekî kurdan li Babê ya bi ser parêzgeha Helebê ve bombebaran kir û di encam de kuştî û birîndar hene.

Li gor zaniyarên hatine bidest xistin ku îro Balafirên Rûsî gundê Ebla li gundewarên Babê ya bi ser parêzgeha Helebê ve bombebaran kir û di encam de welatiyekî kurd şehîd ket û yekî din bi giranî birîndar bû.

Hêjayê gotinê ku gundê Ebla tenê 16.5 km dûrî Babê ye û piraniya neşrtciyên wê Kurdin.

Nalîn Hesen