Print this page

Şêwirmendê Fexrî yê Davûtoglu: Hikûmeta AKPê nema guh dide Ocalan û HDPê!

Rojava News: Nivîskarê Rojnama Akşam û  Şêwirmendê fexrî yê Serokwezîrê Tirkiyê Etyen Mahçûpyan yê Ermenî, ji El Cezîre re diyar kir ku;  piştî hilbijartinan dê pêvajoyeke nûh di   çareseriyê  de dest pê bike, hikûmeta nû ya AKPê   guh nadê Ocalan û guh nadê HDPê, û dê li beramber PKKê tundiya xwe bidomîne.

 

Nivîskarê Rojnama Akşam û  Şêwirmendê fexrî yê Serokwezîrê Tirkiyê Etyen Mahçûpyan yê Ermenî ji El Cezîre re li ser hilbijartinan roportajek kir û tê de got; Dengdarê Tirkiye AK partî û CHPê xelatkirin lê mixabin HDPê û MHPê cezakirin.

 

Etyen Mahçûpyan di roportajê de  li ser pirsa rojnamewan ya di derbarê PKKê û HDPê de got; Ji ber ku AKPê siyasetek netewperestî û rastgiriya herî li koşê esas girt, aniha ez bawernakim ku di siyaseta xwe ya li himber PKKê guhertinekê bike. Ji ber ku siyaseta xwe ya navxweyî li ser siyaseta derve girêda,  zû be zû pêngavê nûh navêjî. PYDê di Suriyê de ji bo Tirkiye metirsiye, ez bawerim li himber PYDê û PKKê dê operasyonan û helwestê tund bi domîne.

 

Herweha di derbarê HDPê de jî got; Dengê HDPê di herêmê de runiştine û nayê guhertin, nekû ji HDPê bi hêvîne.

 

Ji aliyêdin ve ta ku HDPê di sayaseta xwe ya PKKê de guhertin nekê, û uslubê xwe li gel desthilatê hişwerane nekê AK partî li gel wê danûstendina nakê. Yanî di pêvajoya nûh de ez bawernakim aktorê pêvajoya çareseriyê HDPê be.

 

Eger aramiyek ji bo siyaseta Tirkiya ya derve çêbibê, dibê ku cardin vegera HDPê çêbibê. Lê ta wê demê jî AK partî dê proseyê din ji bo pirsgirêka kurdan dibê ku der bixê.

 

Herweha balkişand ser wê yekê ku êdî mimarê aşitîyê Abdullah Ocalan jî divê pêvajoya nûh de beşdarî proseyan nakê.

 

Werger: Sinem Bakir

12:58:15