Print this page

Serê kaniyê.. Jineke kurd rastî guleyên Cendirmeyên Tirkiyayê hat û jiyana xwe ji dest da

Rojava News: Duh, Jineke kurd di dema ku dixwest sînorê di navbera Kurdistana Sûriyayê û Kurdistana Tirkiyayê bi şêweyekî neyasayî derbas bike rastî guleyên Cendirmeyên Tirkiyayê yên sînorî hat û di encam de jiyana xwe ji dest da.

Ew jina kurd ya bi nave Sailha Elacrem piştî ku guleyek xwar gelek xwîn rijand û ji ber wê jî jiyana xwe ji dest da.

Sailha Elacrem temen 30 salî bû û ji bajarokê Serê Kaniyê bû.

Ji destpêka kirîza Sûriyayê ta niha, li ser sînorê Tirkiyayê gelek welatiyên kurdistana Sûriyayê bi guleyên Cendirmeyên Tirkiyayê jiyana xwe ji dest didin û bi sadan kesên din jî hatine îşkencekirin û birîndarkirin.

Nalîn Hesen