Rojava News: Piştî li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê qedaxa derve hate destpêkirin, polîsên tirkiye gencekî Amedî gulebarankirin.
Li gor ku çawkaniyekê ji Amedê ji Rojava news re ragihandiye; Polîsên ewlehiya Tirkiye bi çek û panzêran ketin nava kolanên Farqinê û teqe li mal û deriyên nişteciyê deverê kirine. Piştî bilind bûna dengê silahan, derketiye hole ku gencekî temen 22 salî yê bi nave Muslîm Tayar şehîd bû ye.
Hat zanîn 4 guleyan îsabetî laşê Muslîm Tayar kirine û bi granî birîndarbûye, dema birin nexweşxaneya Zaningeha Dicleyê di rê de jiyana xwe ji dest da.
Berî niha jî li heman devera derketina ji derve hatibû qedexekirin.
Sinem Bakir