Print this page

Bilez..PYDê rê neda şanda ENKSê ku derbasî Herêma Kurdistanê bibe(hat nûkirin)

Rojava News:Îro beriya demeke kurt partiya PYDê rê neda şanda Encumena Niştimaniya Kurdî Li Sûriya ku derbasî Herêma Kurdistanê bibe

 

Newaf Reşîd nunerê partiya Yekîtiya Kurdî di nunertiya ENKSê li Hewlêrê di lêdwaneke tayebet bo Rojava News re got :"partiya PYDê rê neda şanda Encumena Niştimaniya Kurdî Li Sûriya ku derbasî Herêma Kurdistanê bibe û ew ji ser sînorê di navbera Kurdistana Sûriya û Herêma Kurdistanê vegirandin bo Kurdistana Sûriya bê ku ti sedemkê diyar bike".

 

Naborî lêzêde kir ku şanda encmenê ji Îbrahîm Biro serokê ENKSê ,  û her yek ji Fiysel Yoysif, Suliman Oso, Naemet Dawod endamên emîndariya giştî ya ENKSê pêk dihat.

Nalîn Hesen