Print this page

Tirbespiyê.. Çekdarên PYDê rênedan mangirtina ENKSê bê li darxistin

6:54:51 PM

RojavaNews : Çekdarên PYDê êrîşî xwepêşindana bajarokê Tirbespiyê ya Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê kirin û xwepêşander ji hev cuda kirin.

 Endamê xwecehiya bajarokê Tirbespiyê Ebdilrehîm Elî ji RojavaNews re ragihand ku îro Çekdarên PYDê xwenîşandana wan ya li dijî biryarên PYDê dûrpêçkirin û ji wan xwestin ku xwepêşindana xwe hilweşînin bi behaneya wergirtina muletê.

Nav bûrî herweha dazanîn ku PYDê rê li pêşiya ragihandinê jî girtin û nehştin karê xwe bikin.

Afiya Hacî