Rojava News: roj bi roj nirxê diravên beyanî hember lêreya Sûrî li Kurdistana Sûriyê bilindtir dibe û rewşa hemwelatiyan aloztir dibe.
Duh li bazarên her yek ji bajarê Hesekê û bajarê Qamişlo nirxê kirîna yek dolar gehiştiya 369 lêreyên Sûrî û nirxê firotinê gehiştiya 371 lêreyên Sûrî.
Herweha li bazarên her yek ji Efrîn , Kobanê , Girê Sipê nirxê kirîna yek dolar gehiştiya 368 lêreyên Sûrî û nirxê firotinê gehiştiya 372 lêreyên Sûrî.
Ji bilî bilindbûna nirxê Dolarê Amirîkî her weha nirxê Euro jî bilind bûye, li Qamişlo û Hesekê nirxê kirîna yek Euro gehiştiya 402 lêreyên Sûrî û nirxê firotinê gehiştiya 408 lêreyên Sûrî, lê li Kobanê , Qamişlo û Girê Sipê nirxê kirîn û firotina Euro kêmtir bû .
Herwela li seraserî Kurdistana Sûriya nirxê kirîna lêreyeke Tirkî gehiştiya 129 lêreyên Sûrî û nirxê firotinê gehiştiya 131 lêreyên Sûrî û hemwelatiyên deverê sedema bilindbûna nirxê lêreya Tirkî vedgerînin dû sedeman, ya yekê bilindbûna nirxê lêreya Tirkî beramber Dolarê Amirîkî piştî helbijartinin perlemana Tirkiyayê û ya din têkçûna Lêreya Sûrî.
Hêjayê gotinê ku bo bilndbûna nirxê diravên beyanî hember Lêyreya Sûrî bandor wê li ser nirxê pêdiviyên rojan heye û bi taybetî li ser her yek ji Şekir, Rûn , Zeyt, Keskayetiyê û ev jî dibe sedem ku bar li ser milên xelekê Kurdistana Sûriyayê girantir bibe û pêla koçberiyê berdewan bike.
Nalîn Hesen