Print this page

Daxuyaniya ENKSê derbarî rêgiriya çûna şanda wan bo Herêma Kurdistanê ji aliyê PYDê belav kir

Rojava News: Duh partiya PYDê rê neda şanda Encumena Niştimaniya Kurdî Li Sûriya ku derbasî Herêma Kurdistanê bibe û ew ji ser sînorê di navbera Kurdistana Sûriya û Herêma Kurdistanê vegirandin bo Kurdistana Sûriya û derbarî vê yekê Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriya daxuyaniyek belav kir û têde hatiya

Rêveberiya xala sînorî ya Sêmalka ya bi ser partiya PYDê ve rê neda şanda me ya peywendiyên derva ku derbasî Herêma Kurdistan bibin, û ev kiriyar li dijî rihê hevkariyê û yekbûna Kurda ye

Di wê daxuyaniyê de ENKSê sedema vegerandina şanda wan vegerandin ser helwestên ENKSê ki dijî kiriyarên PYDê bi taybetî leşkeriya neçar û ferzkirina rêbazên xwendinê  

Di dawiya daxuyaniyê de ENKSê daxwaz ji serkirdeyên PYDê û TEVDEMê kirin ku dev ji van kiriyarên neberpirsiyar berdin

Emîndariya Giştî Ya Encumena Niştimaniya Kurd Li Sûriya

3-11-2015