Rojava News: Sekreterê Giştî yê Wezareta Peşmergeyên Herêma Kurdistanê Cebar yawer diyar kir ku ji sedî 5’ê axa Başûrê Kurdistanê dibin destê DAIŞ’ê de maye û heya niha 1258 pêşmerge şehîd bûne û 7 hezar û 301 jî birîndar bûne.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Cebar Yawer der barê bilançoya pêşmergeyên heya niha di şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd, birîndar û çarenûsa wan nediyar de wiha got; “Heya hefteya buhrî 1258 pêşmerge şehîd bûne. 62 pêşmerge çarenûsa wan nediyare û 7 hezar û 301 pêşmerge jî bi şêweyên cur be cur birîndar bûne.
Yawer got ku heya niha ji heremên dibin destê çeteyên DAIŞ’ê de ji sedî 95 hatine rizgarkirin.