Print this page

Girkê Lekê.. Çekdarên PYDê dest bi helmeteka girtinê kirin

4:37:09 PM

RojavaNews : Îro 4 . 11 . 2015 Çekdarên bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê ve dest bi girtina ciwanan li bajarê Girkê Legê kirin.

Jêderekî ji RojavaNews re Ragihand ku Polîsên leşkerî yên bi ser PYDê ve rêgirên xwe li nav bazara  Girkê Legê danîn ew jî bû sedema tirseke mezin dinav welatiyan de û dor 25 ciwanan girtin.

Haman jêderî serbar kir  ku dengê gulebarendinekê ji aliyê çekdarên PYDê ve hat bihîstin ji bo valakirina rê li pêş otombîleke bi ser wan ve ku birîndarek vedughest ji bo nexweşxaneya Selam ya Girkê Legê.

Afiya Hacî