Print this page

Hesekê.. Çekdarên PYDê Welatiyekî Kurd guştin

6:31:34 PM

RojavaNews: Îro 4 . 11 . 2015 Çekdarên ser bi  PYDê ve Welatiyê bi navê Muhemed Xetîb yê (50) salî li bajarê Hesekê yê Kurdistana Sûriyayê guştin.

Jêderekî ji malbata Muhemed ji RojavaNews re da xuiyakirin ku çekdarên PYDê  berî çend rojan daxwaz ji Muhemed Xetîb kirin ku kurê wî  tevlî refên YPGê bibe ji bo leşkeriya neçarî .

Wê jêderê serbar kir ku çekdarên PYDê êrîşî mala Muhemed Xetîb kirin  bi hênceta ku kurê wî  pabendî biryara yasaya leşkeriya neçarî ya ku ji aliyê PYDê ve hatî ragihandin nebû ye , lewma çekdarên PYDê mal dûrpêç kiribûn û daxwaza kurê wî ji bo leşkeriya neçar kiribûn .

Wê jêderê herweha got ku piştî ku çekdarên PYDê zanîn ku kurê wî reviyaye ji bo Herêma Kurdistanê , xirecir di navbera wan de derket û di encam de çekdarên PYDê gule berdan Mihemed Xetîb û ew kuştin .

Afiya Hacî