Rojava News: Penaberê kî ji Suriyeyê li Kempa Basirmeyê ya bi ser bajarê Hewlêrê xwe bidarvekir û jiyana xwe bi dawî kir.
Li gor ku endamê encumena Kempa Basirme ji Rojava News re ragihandiye; Kesê bi navê Îmad yê temen 30 salî doh li kempa Basirmeyê bi sedemên ku nayê zanîn xwe darvekir, û jiyana xwe bi dawî kir.
Çawkaniyê weha got ; İmad bavê 2 zarokaye xelkê Şamê ye, hevjina wî kurdekî nişteciyê Şamê ji malbata El Kurdî ye, piştî buyerên Suriyeyê rudanê ew jî avarebûne û ev 4 salin li herêma Kurdistanê li kempa Basirmeyê penaberin.
Li gor agahiyên ji encumenê Kempa Basirme hatine wergirtin, Di derbarê xwe darvekirina İmad de tiştekî zelal nehtiye wergirtin, lê belê esayîşa Şeqlawa li gel hevjîna wî lêpirsînê didomînê.
Sinem Bakir