Print this page

Musilê.. Pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê balafireke çavdêriyê ya DAIŞê anîn xwarê

Rojava News: Duh roja Çarşemê Pêşmergeyên kurdistana Sûriya balafireke çavdêriyê ya rêxistina terorîst ya bi nave DAIŞê xistin xwarê û gelek ziyanên madî û canî gihandin wê rêxistinê.

Armanc Amîn yek ji pêşmergeyên Kurdistana Sûriya ji Rojava News re dan xuyakirin ku pêşmergeyên Kurdistana Sûriya balafireke çavdêriyê ya DAIŞê li nêzîkî mihwerê Deşta Malic li derdora bajarê Musilê xistin xwarê.

pêşmergeyên Kurdistana Sûriya hêza leşkerî ya Encumena Niştimaniya Kurd Li Sûriyayê ye û li herêma Kurdistanê hatine rahînankirin û mil bi mil li gel pêşmergeyên Kurdistanê şerê DAIŞê dikin û derdora 20 şehîdan dane.

Nalîn Hesen