Print this page

Birono Sakomanî: divê pêwendiyên Kurdistan ligel hemû cîhanê çêbibe

Rojava News: Duh 5 Mijdarê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kenda li Iraq û Urdinê Birono Sakomanî kir. 

Di hevdîtinê de herdu aliyan behsa hilbijartinên vê dawiyê yê Keneda, rawestandina beşdarbûna Keneda di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, pêwendiyên dualî di navbera Keneda û Herêma Kurdistanê de gotûbêj kirin.

Ji aliyekî din ve Balyozê Keneda amaje bi rola girîng û qurbaniyê Pêşmergeyên Kurdistanê kir, û eşkere kir ku Herêma Kurdistanê bi hêztirîn aliyê ku şer li dijî DAIŞê dike, divê Herêma Kurdistanê jibo cîhanê were diyar kirin û got: “Kurdistan bo maweyekî dirêj veşartî mabû, dem hatiye ku derkeve derve û pêwendiyên wê ligel hemû cîhanê çêbibe.”

Beramberî Mesrûr Barzanî ji aliyê xwe ve spasiya serdana Birono kir û herwiha spasya hikûmet û gelê Keneda kir, û tekez kir ku Herêma Kurdistanê berdewame jibo avakirina şeraketek bihêz ligel welatê Keneda.