Print this page

DAIŞê careke din êrîş bir ser bajarokê Til Eranê

Rojava News: Rêxistina terorîst ya bi navê DAIŞê careke din êrîş bir ser bajarokê Til Eranê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ku duh DAIŞê bi çekên giran êrîşî bajarokê Til Eranê yê Kurda kir û di encam de çend welatiyên Kurd birîndar ketin.

Li gorî heman agahiyan ku şer û pevçunên giran di navbera terorîstên DAIŞê ji aliyekî û xortên wî bajarokê ku bergirî di ber mal û melkên xwe dikirin ji aliyekî din ve li derdora Til Dwêl derketin.

Herweha DAIŞê ji aliyê xwe ve bi top û hawinan êrîş kir û di encam de 11 sivîlên kurd birîndar bûn û di nava wan de jin û zarok jî hebûn.

Hêjayê gotinê ku beriya çend rojan DAIŞê êrîşî Til Eranê kiribû û di encam de 9 welatiyên kurd şehîd ketin û 29 kesên din jî birîndar bûn.

Nalîn Hesen