Rojava News: Di roja 4 Mijdarê de derngî şevê li Efrîn çekdarên PYDê avêtin ser malên welatiyan û xort girtin ta ku wan bibin navendên leşkeriya neçar û yê ku ji wan navendan birevin wê PYDê malbatên wan bi zorê ji Efrînê derxînin û ji bo yekê rêxistina Efrîn ya Partiya Demqrata Kurdistan Sûriya daxuyanyeke belav kir û têde hatiye:
Tevî redkirina miletê me li kurdistana Sûriyê ji piroje û siyasetên PYDê ji birçîkirin û astengkirina hemû aliyên jiyanê li ber welatiyan û ferizkirina leşkeriya neçar bi hêza çekan û girtinê û herweha dagîrkirina mal û milkên koçberan û ferizkirina rêbazên xwendê yên îdyolockirî û kiriyarên ku hemû sînor derbaskirine ku medya û rêxistinên mafên mirovan redkirin lê PYDê hîn berdewam e di wan karan de
Em Partî Dîmuqratî Kurdistanî _ Sûriya li devera Efrînê van kiriyaran şermezar dikin û daxwaz dikin ji hemû hêzên kurdistanî û civaka navdewletî bi giştî ku gaveke bi lez bavêjn ji bo sînorekî ji kiriyarên PYDê re deyinin û welatyan biparêzin.
Rêxistina Dêrikê ya Partiya Demqrata Kurdistana Sûriyê
7-11-2015