Print this page

Efrîn.. peymangeha Horî ya fêrbûna zimanê Kurdî xoleke din ya zimanê Kurdî bi dawî anî

Rojava News: Duh peymangeha Horî ya çand û fêrbûna zimanê Kurdî bi alîkariya rêxistina jinê ya Partiya Demqrata Kurdistan Sûriya li navçeya çiyayê Lilyon li bajarokê Basota xoleke din ya zimanê Kurdî  bi dawî anî û bawername li ser şagirtan belav kirin.

Bi helkefta vê yekê jî ahingek hate lidarxistin û bi kêlîkeke bêdeng li ser canên pakrewanên Kurd û Kurdistanê dest pê kir, û piştre gotina peymangehê ji aliyê berpirsê wê hate xwendin, herweha bawername li ser şagirtan ku hejmara wan 12 şagirt bûn hatin belavkirin.

Nalîn Hesen