Print this page

Dêrik: PYDê rê li ber xwepêşandana ENKSê girt

Rojava News :Li ser daxwaza ENKSê li bajarê Dêrikê xwepêşandanek hat lidarxistin,lê ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demoqratîk hate astengkirin.

Îro, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Dêrikê xwepêşandanek ji bo protestokirina programên xwendinê yên ku ji aliyê PYDê ve hatine ferizkirin, hat lidarxistin.

Yek ji xwepêşanderan ji Rojava News re got :" PYDê hemû riyên ku gundan bi Dêrikê girê dide girtin û nehiştin ku xelkê tevlî xwepêşandanê bibin lê tevî vê yekê jî bi hezaran xelk beşdar bûn".

Heman jêderî tekez kir ku çekdarên PYDê berî demê xwepêşandana ENKSê bi 30 xulkan alîgirên xwe li cihê xwepêşandanê kom kirin û tevlî nav xelkê bûn û li wan dan, herweha bi zorê mobail ji dest xelkê derdixtin û desteser kirin û yê ku mobaila xwe nedaba çekdarên PYD dev destê wî dikirin û bo zorê jê distend, her weha kamîreya ARKê ji desteser kir.

Wî xwepêşanderî got :" çekdarên PYD li gelek jin û xortan dan û yek ji wan Ronî Mihemed endamê yekîtîya xwendevan û ciwanên demoqratî Kurdistanî Rojava û welatiyê bi navê Ridwan Şawis".

Nalîn Hesen