Print this page

Ibrahîm Biro: civîna şanda ENKSê bi qunsilê Rûsî gelekî baş bû

Rojava News :Ibrahîm Biro serokê Encûmena Niştimaniya kurd li Sûriyê ragihand ku duh şandek ji komîteya peywendiyên derva ya ENKSê bi qunsilê Rûsî li Hewlêrê civiya û civîn gelekî baş û posstiv bû.

Ibrahîm Biro serokê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê di lêdanek taybet bo Rojava News got:" Roja Yekşemê şandek ji komîteya peywendiyên derva ya ENKSê bi qunsilê Rûsî li Hewlêrê civiya û di civînê de behsa desttêwerdanên Rûsiya li Sûriyê û kongirê Viyine hate kirin , herweha me tekez kir li ser sûriyeke fidralî di pêşarojê de û nerînên me û qunsilê Rûsî gelekî nêzîkî hevbûn".  

Biro herweha da xuyakirin ku Rûsiya gelek nerînên şaş li ser ENKSê birbû lê şanda me ji qunsilê Rûsî eşkere kir ku rola ENKSê û alîgirên wê li Kurdistana Sûriyê gelek in.

Di dawî de Biro got :" biryaye şandek ji ENKSê di demek nêzîk de  seredana Rûsiyayê her weha seredana îstenbolê jî bike û li gel partiyên siyasî li perçeyên din yên Kurdistanê bicive".

Nalîn Hesen