Print this page

Dêrik.. çekdarên PYDê serkirdeyekê PDK-Sê girt

Rojava News: Duh çekdarên PYDê serkirdeyekê Partiya Demoqrata Kurdistana- Sûriyê li Dêrijkê girtin.

Jêderek taybet ji Rojava News re got :"çekdarên PYDê Mihemed Elî yê tê naskirin bi bavê Nado endamê ofîca siyasî ya PDK-Sê girtin".

Li gorî heman jêderî ku çekdarên PYDê ew girt piştî ku bavê Nado tevlî xwepêşanda Dêrikê ya duh  bû û gotina ENKSê xwend.

Tê zanîn ku beriya rojekê ji xwepêşandanê çekdarên PYDê  her yek jî Mihemed Elî yê tê naskirin bi bavê Nado endamê ofîca siyasî ya PDK-Sê , Besê Ebdê endama komîteya navendî ya PDK-Sê , herweha Omer Ismaîl endamê komîteya Herêmî ya PDK-Sê li bajarê Dêrikê girtin da ku peymannameyekê bi wan îmze bike bo ku dernekevin mangirtina lê ew peymanname îmze nekirin û piştî çend demjimêran ji girtina wan serbest hatin berdan.

Nalîn Hesen