Print this page

Kobanî..DAIŞê gundewarên bajêr bombebaran kir

Rojava News: Rêxistina terorîstî ya bi nave DAIŞê duh herdû gundên Toznic û Cortank li başûrê rojhilatê Kobanî bombebaran kirin

Jêderk taybet ji Rojava News re got roja 8 vê mehê DAIŞê gundê Biradax yê ku dikeve başurê Kobanî kontirol kirin , û duh jî DAIŞê herdû gundên Toznic û Cortank li başûrê rojhilatê Kobanê bombebaran kirin û ji ber wê jî welatiyên wan gundan bang li YPG baskê leşkerî ya PYDê kirin lê wan guh ne dan wan û bi hewar wan ne çûn.

 Heman  jêderî tekez kir ku di heman demê de balafirên hevpeymaniya navdewletî jî DAIŞê bombebaran nekirin.

Nalîn Hesen