Rojava News: Hin çalakvan vidyoyek li ser torên civakî belav kirin û têde tê xuyakirin çawa çekdarên PYDê êrîşî navenda ENKSê li Dêrikê dikin bo ku keçekê bigrin.
Li gorî çalakvanan ku duh li xwepêşandan Dêrikê ya ENKSê di dema Fûad Îbrahîm endamê Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê gotinek bo pirogirama ARKê re digot, çekdarên PYDê gotina wî rawestand û bi tundî lê dan, û ji ber vê yekê jî keça wî ya 17 salî bi dengê bilind ev kiryar red kir û got(Demê ku PYD birûxe) û di encam de PYDê êrîşî wê kir lê çend xort ew keç birin navenda ENKSê, herweha 7 çekdarên PYD li pey wê ketin û êrîşî navenda ENKSê kirin lê ew keç nedîtin.
Di vê vidyoyê de dengê jinekê tê bihîstin û dibêje Şerme bixwedê şerme.
Nalîn Hesen