Print this page

Balafirên hevpeymanan li Holê û Til Temirê li DAIŞê dan

Rojava News: Balafirên şer ên hêzên hevpeyman êrişî çeperên DAIŞê li her du deverên Hol û Til Temirê li Kurdistana Sûriyê kirin.

Malpera fermî ya PDK-Sê ragihand ku şerekî giran di navbera çekdarên DAIŞê  û Hêzên Sûriya Demokrat li heman deverê diqewime ku di heman demê de balafirên hevpeymanan ew dever topbaran dikirin.

Herweha û li gorî heman malperê ku  di encama wê topbaranê de 5 çekdarên DAIŞê hatine kuştin ku di nava wan de serkirdeyekî meydanî heye.