6:39:52 PM
RojavaNews: Endamên partiya albehs ya rejîma Sûriyê civînên xwe yên rêxistnî yên salane li bajarê dêrikê û bajarokê rimêlan yên kurdistana Sûriyê li darxistin di demekê de ku çekdarên partiya PYDê êrîşî civînên partiyên siyasî yên Encumena Niştîmaniya kurd li Sûriyê dikin.
Li gorî agahiyên hatina bi dest xistin ku di roja heştê vê mehê de Endamên Partiya albehs civînek li navenda rewşenbîrî ya bajarê dêrikê û li bajarokê rimêlanê jî li darxistin.
Lgurî wêneyên ku hin kesên ku di herdû civînan de amadebûy û li ser rûpelên tora civakî ya facebook ê belav kirne herdû civîn bê astengî û dibin diroşma partiya albehs hêzeke cemawerîye di jiyana Sûriyê de û pêşxistna wê pêdiviyeke partî û niştîmaniye. Ev herdû cvînên partiya albehs ya rejîma Sûriyê di demekê de tên ku çekdarên partiya yekîtiya demukratîk PYDê êrîşî civîn û xwepêşindanên Encumena Niştîmanya kurd li Sûryê li wan bajaran dike.
Afiya Hacî