Rojava News: Ji duh 11 Mijdarê seet 9 êvarê firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî bi sedan êrîş birine ser baregehên DAIŞê li nava Şingalê, wek gava pêşî bo rizgar kirina Şingalê.
Li gorî daxuyaniya Encumena Asayişa Kurdistanê ,Opreasyona azadkirina Şingalê bi beşdarbûna 7500 Pêşmerge ku bajar ji 3 aliyan de dorpêçan kirine, ji bo rê li alîkariyên bo DAIŞê bigrin, û rewşeke ewlekariyê bê peyda kirin û xelkê ji çekdarên DAIŞê biparêzin.
Firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî jî bi hemû şêweyî piştevaniya pêşketina Pêşmerge dike.