Print this page

Hewlêr: şanda ENKSê bi Yekîtiya îslamî ya kurdistanî re civiya

3:19:40 PM

 

RojavaNews: Şanda encûmena niştmanî ya kurd li Sûryê ENKSê di hevdîtinên xwe de bi alyên Siyasî yên nav dewletî û kurdistanî re li herêma kurdistanê berdewam dike, duh jî şanda Emîndariya giştî ya ENKSê, bi serokatya îbrahîm Biro , serdana bargeha Yekîtiya Îslamî ya kurdistanî li hewlêrê kir û bi emîndarê wê yê giştî mihemd firc û serkirdatya wê partiya nav bûrî re civya.

 

  Li gorî daxuyaniya şanda ENKSê, herdû aliyan behsa rewşa siyasî û leşkerî û hewlên navdewletî ji bo çareserkirna kirîza sûryê kirin û bi taybetî kirîyarên PYDê li rojavayê kurdistanê, û got Yekîtiya îslamî ya kurdistanî daxwaza yekrêziya tevgera kurd li rojavayê kurdistanê kir û daxwaza çareserkirna prisgirêkan bi lihev hatin û gotubêjan kir.

Afiya Hacî