Rojava News: Fermandeyê Fermandeyiya Hêza Piştevaniya Yek a Hêza Pêşmerge Sîhad Barzanî mizgînî da û got: “Ji niha ve girtina Şingalê li kurdistaniyan pîroz be. Ewa ku pêwîst bû me kir û me Şingal ji destê DAIŞê derxist.”
Fermandeyê Fermandeyiya Hêza Piştevaniya Yek a Hêza Pêşmerge Sîhad Barzanî ku li eniyê herî pêş ê şerê rizgarkirina Şingalê ye, derbarê operasyona îro ya hêzên pêşmerge ya bo kontrolkirina Şingalê daxuyanî da Rûdawê û ji niha girtina Şingalê ji gelê Kurdistanê pîroz kir û ragihand, ku heya niha li gor agahiyên wan zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Sîhad Barzanî ku birayê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye, pîrozbayî li xelkê Şingalê û Kurdistanê kir û got: “Bi helkefta rizgarkirina Şingalê ez pîrozbayî li xelkê Kurdistanê û bi taybet cenabê Serok Barzanî dikim.”
Derbarê paqijkirina tevahiya bajarê Şingalê ji çekdarên DAIŞê de, Sîhad Barzanî da xuyakirin: “Ji bo ku em herin nav bajarê Şingalê, me arîşeya bombeyên vedayî hene. Ji ber wê jî em hêdî hêdî ber bi pêşve diçin. Lê belê ez bawer nakim êdî kesek têde mabe. Her xwekujek û çekdarek jî eger mabe, dê were kuştin.”
Derbarê pêwîstiya hêzên pêşmerge bi çekên giran de, Barzanî tekez kir: “Me pêwîstî bi tankên nû, top û katyûşa, gulle û cebilxaneyê heye.”
Barzanî destnîşan kir:” Me tenê gulleyek jî ji hevpeymanan wernegirtiye, ew çekên ku me hene, yên sala 2003 ne ku di dema rûxana rejîma Sedam Hisên de ve bidest xistine. Wê demê jî ji me re digotin, nabe ku hûn wan çekan bibin.”