Print this page

Qamişlo.. çekdarên PYDê endam û alîgirên PDK-Sê digire

Rojava News: Duh di dema pêşwaziya cenazeyên herdû şehîdên Pêşmerge Şêrzad Mesûm û Ehmed Qiço, çekdarên PYDê gelek ciwanên kurd û alîgirên Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya girtin.

Mihemde Ebdê endamê komîteya Herêmî ya PDK-Sê ji Rojava News re got: "Duh di dema pêşwaziya cenazeyên herdû şehîdên Pêşmerge Şêrzad Mesûm û Ehmed Qiço, çekdarên PYDê gelek ciwanên kurd û alîgirên Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya girtin û navê wan ev in:

Kazim Ehmed, Dijwar Elî, Bêkes Hemîd, Wehîd Mehmed, Mahir Arabo, Serbest Fehmî, Ferhad Kemal û Îzedîn Mela".

Navborî lêzêde kir ku gelek ciwanên din jî girtîne li navê wan ta niha nayê zanîn.

Nalîn Hesen