Print this page

Barzanî mizgîniya serkeftin û azadkirina Şingalê ragihand

Rojava News: Serokê Herêma Kurdistanê û Fermanderê giştî yê Hêzên Çekdarên Kurdistanê Mesûd Barzanî, mizgîniya serkeftina Şingalê ji gelê Kurdistanê re ragehand.

Deqê kongireya rojnamevanî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Hûn hemû bixêr hatine

Spas bo xwedayê mezin

Spas bo Pêşmergeyên Qehreman ku di rojeke dîrokî wek îro de, destaneke mezin li ser destê wan qehremanan hate tomar kirin, cihê Şehîdan behşte û hêvîdarim ku birîndarên me jî zû rehet bibin.

Gelê Kurd ê qehreman, gelê Kurdistanê: Me soz da û me soza xwe pêkanî, em niha li şingalê ne, spasyek taybet bo xweşik û birayên Kurdên Êzidî, hemû gelê Kurdistanê piştevaniya we dike, hûn ne bitenê ne, hûn beşê resen ê Kurdistanê ne.

Bila îro her take êzidiyek serê xwe bilind bike, bila bê minet be, bila her keçeke êzidî bi dengekî bilind bêje, ez keça kurda me û hêmayê berxwedanê me.

Di vê serkeftinê de me tola wan stend, lêbelê tola Pêşmerge toleke merdane ye, ne toleke nemerdaneye, bi merdaneke mezin tola hemû xweşik û birayên xwe stendin.

Ez bi germî spasiya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî dikim ku wan roleke bi bandor lîstin, herwiha spas bo ragehandina niştimanî û cîhanî, ku ev du roje roleke mezin û baş a wan hebû, spasiya hemû fermander û Pêşmergeyên qehreman dikim.. silavên germ bo canê şehîdên Kurd û Kurdistanê û canê hemû şehîdên riya azadî û mirovatiyê.

Zor spas carek din hûn tev bixêr hatine.