Print this page

Qamişlo.. xwepşandanek li dijî siyaseta PYDê hate lidarxistin

Rojava News: Duh li bajarê Qamişlo û li ser banga Encumena Niştimaniya Kurd Li Sûriyê bi hezaran xelk derketin xwepêşandanekê bo redkirina rêbazên xwendinê yên ku ji aliyê rêveberiya nav lê tê kirin rêveberiya xweser hatine ferzkirin.

Di wê xwepêşandanê de gelek siloganên redkirina rêbazên xwendinê û leşkeriya neçar herweha ferzkirina bacan li ser xelkê hatin avêtin.

Li aliyekî din ve alîgirên PYDê beriya lidarxistina xwepêşandana ENKSê ya li Qamişloyê xwepêşandanek li dijî ENKSê li dar xistû siloganên li dijî encumenê bikind kirin, herweha asayîşa bi ser PYDê ve piştgiriya wê xwepêşandanê kirin û hemo dukan bi zorê girtin.

Nalîn Hesen