Print this page

Li Efrînê 250 welatiyên Kurd ji aliyê giropeke Îslamî çekdar hatin girtin

Rojava News: Beriya dû rojan giropeke Îslamî çekdar 250 welatiyên Kurd ku ji bajarê Efrînê li ser rêbendeke xwe li gundewarên bajarê Îdilbê girtin.

Li gorî agahiyan ku giropa Îslamî ya bi navê Ketîbeya Siqor Elşam 250 welatiyên Kurd ku ji bajarê Efrînêdi dema ku dixwestin ber bi Şamê biçin li ser rêbendeke xwe li gundê Dêr Cemal ya bi ser bajarê Îdilbê girtin.

Li gorî heman agahiyan ku ew kesên girtî ber bi cihekî nenas ve birin û ta niha çarenivîsa wan ne diyare.

Nalîn Hesen