Print this page

Qamişlo û Amûdê xwe amad dike bo şehîdên xwe bi xakê bispêrin

Rojava News: Îro hejmarek mezin ji welatiyên Kurdistana Sûriyê li herdû bajarên Qamişlo û Amûdê kombûne ta ku herdû şehîdên Pêşmerge yên ku di opersiyona Şingalê şehîd ketin bi xakê bispêrin.

Şehîd şêrzad wê li gorîstana Qamişlo bê veşartin û şehîd Ehmed wê li gorîstana Şermola li Amûdê bê veşartin.

Ji aliyê xwe ve jî asayîşa bi ser PYDê ve biryarek derxist û têdê kombûn qedexe kir bi hinceta ku kombûn  kargiriyê pêş karê Asayîşa wan derdixe, her weha her kesî ku vê biryayê cîbicî neke wê were cezakirin.

Nalîn Hesen