6:34:39 PM
RojavaNews: Endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Zara Salih got:” dive PYDê riftarên xwe li gel xwepêşindanan û mangirtinan bi birayetî û bercewendiyên hevbeş wergire ne bi cevên pîlan û çarçoveyên Erdoxanî.
Endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Zara Salih ji RojavaNews re diyarkir ku tu rê li pêş PYDê nemeye ji bilî ku ji dev kiriyarên xwe yê nerewa berdin û pirs girêkan çareser bikin.
Herweha Zara serbar kir ku Encûmena Niştîmaniya Kurd dê berdewambê di mangirtinên xwe yên aştiyane de û tenê guftûgo û lihev kirin û hevbeşya Kurdî di avakirin û parastina Kurdistanê de ji aliyê Siyasî û leşkerî.
Zara ameje kir ku ew gomandike ku duberî û berûvajiya ku di siyaseta PYDê de ne serfirazieke di standina biryaran de di dema ku em dibînin ku ew şerê DAIŞê dikin di gel giropên Ereb û Siryan lê beşdarbûna birayên xwe yên xwînê bi erênî wernagirin.
Afiya Hacî