Print this page

li Mûsilê DAIŞê 73 endamên xwe kuştin

Rojava News: Duh rêxistina terorîst ya bi nave DAIŞê 73 endamên xwe li Musilê gulabaran kirin

Li gorî agahiyan ku bi fermana xelîfeya rêxistina terorîstî DAIŞê Ebûbekir Bexdadî, 73 endamên rêxistina navborî ku di şerê Şingalê reviyabûn li ser destê hevalên xwe hatin kuştin.

Tê zanîn ku beriya di 12 Mijdarê de pêşmege dest bi operasiyona rizgarkirina Şingalê kir û di heyama 24 demjimeran de pêşmerge Şingalê bi temamî kontirol kir û ji ber wê jî bi sedan ji terorîstên DAIŞê ber bi Musil û Sûriyê reviyan.

Nalîn Hesen