Print this page

Rêxistina Jîn derfetên kar bo xelkê peyda dike

Rojava News: Rêxistina  Jîn bo xizmetguzariya penaberan li Hewlêr bi alîkariya rêxistina UNBP dest bi piroceya Man Pawer bo dîtina derfetên kar kirin.

Jîn Maao Rêvebera rêxistina Jîn ji Rojava News re got:" me ji beriya dû mehan dest bi vê piroceyê kir û ta meha Nîsana sala 2016an  emê berdewam bikin".

Navborî lêzêde kir ku armanca me dîtina derfetinên kar bo 200 kesî ye ku ji wan derfetan wê rêjeya mezin bi qasî 50% ji penaberan re be û 35% ji derbederan re û 15% ji welatiyên deverê re

Jîn Maao  da zanîn ku ta niha me derfeta kar bo 15 keçan ji keçên Kurdistana Sûriyê li kompaniya Zagros ya firînê peyda kiriye .

Nalîn Hesen