Print this page

Gotina Serkirdeyê pêşmergeyên kurdistana Sûriyê bi bonya rizgarkirina Şingalê

Rojava News :Serkirdeyê pêşmergeyên kurdistana Sûriyê Dilovan Rûbarî gotinek li ser rûpela xwe ya facebookê derbarî rizgarkirina Şingalê belav kir û di gotina xwe de tekez kir ku di şerê şengalê de du peşmergeyên Kurdistan Sûriyê şehîd ketin û çend pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Ev e naveroka gotinê ye:

Serbilindahî bû ji pêşmergeyên kurdistana Sûriyê re ku beşdarî şerê rizgarkirina Şingalê bûn û Şingal ji terorîstên DAIŞê paqij kirin.

Şer di sibeha 12 heyva 11 da sala 2015 da dest pê kir bi serpiriştiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi beşdarîya firokeyên hevpeymaniya nêvdewletî.   

Bi boneya rizgarkirina Şingalê bi navê xwe û  bi nave pêşmergeyên kurdistana sûrî ez rizgarkirina Şingalê li serok Mesûd Barzanî û hemû pêşmergeyan û li birayên  Êzîdî  pîroz dikim.

Di vî şerê pîroz da pêşmergeyên kurdistana Sûriyê hemû wateyên wêrekbûnê û qeheremaniyê dan xuyakirin wekû hemû dezgehên ragehandinê  yên kurdî  li ser malper û ekranên xwe dan xuyakirin.  

Du pêşmergeyên me şehîd ketin yên bi navê şehîd Ehmed Qiço  şehîd Şêrzad Mesûm û çend pêşmergeyên din jî bi sivikî birîndar bûn

Di dawî de ez sersaxiyê ji malbatên her du  şehîdan re dixwazim û hemû şehîdên pêşmerge.

Dilovan Rûbarî

15-11-2015